Rojnameyên Erebî: Heta ku rejîm dest ji tundiyê bernede DYA ji ‘Qanûna Qeyser’ venagere

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî cezayên Amerîkayê yên li dijî hikumeta Şamê, her wiha mijara ku Cezaîr bûye qada cenga Fransa û Tirkiyê û geşedanên li Lubnan û Tirkiyê nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Heta ku rejîm dest ji tundiyê bernede DYA ji ‘Qanûna Qeyser’ venagere
21 kanûn, 2020   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON JI ‘QANÛNAQEYSER’ VENAGERE TA KU REJÎM DEST JI TUNDIYÊ BERDE’

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî: "Balyozê Amerîkayê yê li Şamê duh li ser hesabê xwe yê Facebookê got Washington dê cezayên li ser Sûriyê li gorî Qanûna Qeyser birîne, dewam bike ku zêdetirî 90 kes û saziyên Sûriyê ketin ber cezayan.

Her wiha got serok Donald Trump beriya salekê ev zagon îmze kiriye ji bo "cezakirina serok Beşar El-Esed û rejîma wî" û diyar kir ku Washington dê van cezayan dewam bike ta ku rejîma Sûriyê pêvajoya tundiyê li dijî gelê Sûriyê rawestîne û heta Şam hin gavên bêveger biavêje, ber bi çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254’an ku ew biryar rêya tekane ye ji bo pêkanîna pêşerojeke aram ji bo hemû welatiyên Sûriyê.”

‘CEZAÎR QADA DIJBERIYA DI NAVBERA FRANSA Û TIRKIYÊ DE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li gorî geşedanên nakokiyê di bavbera Fransa û Tirkiyê de dê qada cengê veguhêzin Cezaîrê ku her du alî pêşbirkê dikin ku Cezaîrê bibin aliyê xwe. Li gorî Parîsê û mêtingeheke kevn e û deriyê wê yê ber bi parzemîna Afrîkayê ve ye, Tirkiye jî dixwaze sûdê ji dahatûya Osmaniyan wergire da ku daxwazên rêvebiriya nû pêk bîne, ku diwaze sînorên xwe fireh bike û bi Fransayê re bikeve hevrikiyê.

Serokê Cezaîrê Ebdilmecîd Tebûn ku li Almanyayê vedihese, telefonî hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir, Erdogan tenduristiyeke baş jê re xwest û hêvî kir ku di demeke nêz de vegere welatê xwe, her wiha jê re got Tirkiye amade ye piştgiriya Cezaîrê bike ji bo asêkirina bingeha projeya wê ya nû.”

‘HIKUMETA WÎFAQÊ YA LÎBYAYÊ DIDERIZE’

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Di saetên derbasbûyî de, hin geşedan li pey hev rû dan û nîşan didin ku di nava saziyên ewlehiyê û milîsên hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê de parçebûn çêbûye, ev jî nakokiyên di navbera aliyên dixwazin lihevhatina leşkerî û siyasî pêk bê û aliyên li dijî lihevhatinê, diyar dike. Her wiha rola Tirkiyê ya li dijî hêviyên welatiyên Lîbyayê eşkere dike.

Çavdêrên li Trablusê dibêjin ku serokê meclisa Serokatiyê Fayiz El-Serac biryar daye ku dijberiya wezîrê karên hundir Fethî Başaxa bike ku yek ji namzetên sereke yên serokatiya hikumetê ye, her wiha Tirkiye li dijî wî ye, bi taybet piştî ku Başaxa çû Qahîre û Parîsê û rêyên diyalogê bi fermandariya artêşa Lîbyayê re vekirin.”

‘EL-HERÎRÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETÊ NE BI LEZ E’

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameya El-Exbar nivîsî: "Serokê erkdar Seed El-Herîrî dê sibe serdana koşka Biebda bike, ji bo şêwirên avakirina hikumetê. Tu hêvî li ser vê serdanê nayên girêdan, ji ber ku hin agahî û daneyên çavkaniyên nêzî şepêla azad dibêjin ku mêrik ji bo avakirina hikumetê ne bi lez e, ji ber hin sedemên hundir û derve.

Li derve jî fişarên Amerîka-Siûdiyê dewam dikin, da ku hikumeteke Hizbullah tê de be, neyê avakirin."