​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê hat meşandin

Polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş meşand. Dewreye di çarçoveya peymana Soçiyê de pêk tên lê dagirkeriya Tirk bi êrişên li ser Eyn Îsa peymanê binpê dike û Rûsya tu helwestê nîşan nade.

​​​​​​​Li rojavayê Kobanê dewriyeyeke hevbeş a Rûsya-Tirkiyê hat meşandin
21 kanûn, 2020   09:37
KOBANÊ

Dewriyeya ku ji 4 panzêrên dewleta Tirk, 7 panzêr û 2 helîkopeterên Rûsyayê pêk dihat, îro ji gundê Aşmê yê sînorî dest pê kir û ber bi girê El-Îzaî yê li rojavayê Kobanê ve bi rê ket.

Meşandina dewriyeyê li gorî Peymana Soçiyê ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya zêdetirî salekê îmze kiribû, pêk tê. Her wiha li gorî bendên peymanê hêzên hikumeta Şamê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê û eniyên şer ên bi dagirkeriya Tirk re belav bûn û gelek nuqteyên çavdêriyê yên Rûsyayê ku qaşo ji bo çavdêriya agirbesta li herêmê ne, hatin avakirin.

Li gorî peymanê meşandina dewriyeyên hevbeş ên Rûsyayê û dewleta Tirk li herêma sînorî hate erêkirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bendên peymanê pêk anîn, pabendî agirbestê bû û ji herêmên sînorî vekişî, her wiha li pêş meşandina dewriyeyan nebû asteng.

Lê belê ji roja destpêkê ve, dewleta Tirk a dagirker bi rêya topbaran, bombebaran û êrişên bejahî, êrişî herêmê dike û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Rûxmî ku Rûsya garantorê peymanê ye jî, lê li hemberî sûcên dewleta Tirk neket nava tevgerê û li ser wê yekê gelek aliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûsya rexne kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane navçeya Eyn Îsa û derdora wê topbaran dikin. Her wiha ji beriya çend rojan ve êrişên barbarî li dijî herêmê pêk tînin û hewl didin herêmên nû dagir bikin, lê belê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) hemû êrişên dagirkeran têk birin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o3E69keDmwE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>