Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin

Li ser daxwaza malbatên şehîdan û bi merasîmekê cenazeyên 3 şehîdên ku li cihên cuda yên herêma Teqayê ji sala 2017`an hate 2019`an hatibûn veşartin, ji Goristana Şehîdan a li Teqayê re hatin veguhastin.

Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin
Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin
Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin
Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin
Cenazeyên 3 şehîdan ji Goristana Şehîdan a Tebqayê re hatin veguhastin
21 kanûn, 2020   07:50
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyên şehîd Hisên El-Sewas şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê ku li Siwêdiyê li bakurê Tebqayê sala 2017`an şehîd bûbû, şehîd Hesen El-Hemadî (Hesen Tebqa) endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Tebqayê sala 2019`an şehîd bûbû û şehîd Diyaa Salim (Diyaa) şervanê QSD`ê yê ku li Siwêdiyê sala 2017`an şehîd bûbû, li ser daxwaza malbatên wan veguhastin Goristana Şehîdan a Tebqayê.

Girseya gel bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl, leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Tebqayê wergirtin.

Li goristanê piştî toraneke leşkerî, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Fatme Mehmûd axivî û soz şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û parastina destkeftiyên ku ji bo wan şehîd ketine, da.

Piştre wesîqeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin û cenazeyên şehîdan li goristanê hatin veşartin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Msm77e10-Fs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>