Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û bêdengiya garantora Rûsyayê, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û meş li dar xistin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
Şêniyên Bakur û Rojhilatê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê li qadan in
21 kanûn, 2020   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, şêniyên kantona Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist.

Meclisên naveçyên Tirbespiyê, Til Birak û bajarê Qamişloyê ji bo redkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek orgenîze kir.

Li bajarê Qamişloyê bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl li Kolana Mûnîr Hebîb ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê kom bûn û pankartên “Destekê bidin zarokên Eyn Îsayê”, “Ka wijdanê mirovahiyê” û “Faşîzma Tirkan li ser ewlehiya cîhanê gef e, em bi hev re li dijî terorê bisekinin” rakirin.

Meşvan ber bi avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan. Meşvanan alên Kongreya Star, PYD û wêneyên zarokên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker hildan.

Meşvan li pêşiya avahiya NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê rawestiyan û deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclisa Qamişloyê endama meclisê Şemsêxan Gilo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi sedan salan e êrişî jin û zarokên herêmê dike û heta roja îro binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê dewam dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hin herêm dagir kirin. Îro jî êrişî navçeya Eyn Îsayê dike.”

Şemsêxan tekez kir ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk navçeya Eyn Îsayê jî dagir bike û şêniyên wê bide koçberkirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî, xwepêşandêr li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn û ber bi sûka navendî ve meşiyan. Meşvanan dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk berz kirin û pankertên “Na ji dagirkeriya Tirk re” rakirin.

Xwepêşandan li pêşiya navenda Meclisa Tirbespiyê veguherî mîtîngê û li wir cîgirê hevserokatiya meclisa navçeyê Mihemed Ferhan axivî û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên li ser naçveya Eyn Îsa, berdewama komployên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ferhan bang li civaka navneteweyî, NY û rêxisitnên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re deynin.

Mîtînge bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya şêniyên Eyn Îsayê, bi dawî bû.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê jî meşê ji pêşiya Çerxerêya Firinê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve dewam kir. Şêniyên navçeya Til Birakê û gundên girêdayî wê beşdarî meşê bûn.

Meşvanan pankartên “Em êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar dikin”, “Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin”, “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” rakirin.

Hevserokê Meclisa Til Birakê Ebdulselam El-Hesanî axivî û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê û bêndengiya aliyên navneteweyî şermezar kirin.

REQA

Endamên meclisên herêmî, Meclisa Sivîl a Reqayê, Şaredariya Gel a Reqayê û rûspiyên herêmê tev li meşê bûn.

Şênî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li bakurê Pira Kevn a Reqayê kom bûn û wêneyên şehîdan, pankartên şermezarkirina êrişa dewleta Tirk û sûcên çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê li hemberî topbarana domdar a li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Piştî meşê mîtîngek li dar ket û di mîtîngê de bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê endamê Desteya Hevserokatiyê ya meclisê Ehmed El-Xelîl, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cîgira serokatiyê şaxê partiyê yê Reqayê Zelîxa Ebdî û bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê ji fermandarên wê Cemal El-Îsa axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku Rûsya ku garantor e. ji destpêka êrişên li dijî Eyn Îsayê ve bê deng maye, berpirsa topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Axaftvanan berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navçeya Eyn Îsayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku bi lez mudaxele bikin û êrişên li dijî şêniyan rawestînin.

(cx-şx)

ANHA