Siko: Gelê Kurd kiryarên PDK`ê red dike

Ebdukerîm Siko got ku gelê Kurd kirinên PDK`ê qebûl nake û piştrast kir ku dîrok dê binivîse ku hêzên vê partiyê êrişî gerîlayên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, kirin. Siko girîngiya yekitiya Kurd destnîşan kir.

Siko: Gelê Kurd kiryarên PDK`ê red dike
19 kanûn, 2020   03:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Sûriyê Ebdulkerîm Siko êrişa hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî du erebeyên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di encamê de 3 şervan birîndar bûn û rewşa du ji wan dijwar e, şermezar kirin.

Siko destnîşan kir ku HPG`ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker disekine, PDK jî HPG`ê asteng dike û ev yek bi “Şaştiyeke mezin” bi nav kir.

Siko êrişa PDK`ê bi “Sûceke mezin” ku dê di dîrokê de were nivîsandin, wesifand û got: “Gelê Kurd bi gelemperî van kirinên PDK`ê red dike.”

Siko di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî tu hêzekê yan jî partiyekê yan jî tevgerekê nekiriye, berovajî wê ji bo gelê Kurd û doza wî têdikoşe. Her wiha diyar kir ku mafê vê partiyê ye ku li her herêmekê yan jî erdnîgariyekê ji Kurdistanê têbikoşe.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê, bal kişand ser hewldanên yekitiya Kurd û çareserkirina nakokiyên girêdayî komkirinên PDK`ê hêzên xwe li herêmên Parastina Medyayê û êrişên li dijî hêzên gerîla û got: “Kongreya Netewî ya Kurdistanê niha hewl dide çareseriyekê ji vê nakokiyê re bibîne. Divê hêzên Kurd desteka vê hewldanê bikin. Di vê pêvajoyê de divê ji nakokiyan dûr bikevin û hewl bidin yekitî pêk were.”

Navenda Ragihandinê ya HPG`ê diyar kir ku hêzên PDK`ê di 13`ê Kanûnê de êrişî du erebeyên girêdayî hêzên wan kirin. Ya yekê li nêzî gundê Reşkan li navçeya Zawitê ya Duhokê, ya din li herêma di navbera Kanê û Sergelê yên navçeya Amêdiyê pêk hatin.

(şx)

ANHA