Li Efrînê, mayînek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya

Li navçeya Mabata ya Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, mayînek bi erebeyeke serçeteyekî ve teqiya, serçete bi giranî birîndar bû.

Li Efrînê, mayînek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya
18 kanûn, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane ANHA'yê, vê êvarê li navçeya Mabata mayînek bi erebeya serçeteyekî koma "Cebha Şamiya" Ebû Mihemed Hezwanî ve teqiya.

Çavkaniyan diyar kir ku serçete Hezwanî bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

(bb)

ANHA