​​​​​​​Hêzên dagirker bi dijwarî êrişî rojhilatê Eyn Îsayê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.

​​​​​​​Hêzên dagirker bi dijwarî êrişî rojhilatê Eyn Îsayê dikin
18 kanûn, 2020   10:31
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de rojhilatê navçeya Eyn Îsayê li ser rêya di navbera navçeyê û bajarê Reqayê de, bi çekên giran topbaran dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve bi balafirên şer û balafirên keşfê êrişî herêmê dike û hewl dide herêmê dagir bike. Şervanên QSD`ê bersiveke tund didin êrişan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mGXFfk-nk_g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>