Malbatên şehîdan: Êriş xizmeta doza kurdî nakin û hêzên kurdistanî ji hev dûr dixin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê tevgerên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kir ku ev êriş partî û hêzên kurdistanî ji hev dûr dixin.

Malbatên şehîdan: Êriş xizmeta doza kurdî nakin û hêzên kurdistanî ji hev dûr dixin
15 kanûn, 2020   13:24
HELEB

Bertekên gelê Kurd ên li dijî kiryarên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin, nexasim piştî êrişa dawîn a li dijî wesayitên hêzên HPG`ê li bajarê Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê girêdayî mijarê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û bang li PDK`ê kir ku li pey planên dewleta Tirk a dagirker nekeve.

Daxuyanî li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate xwendin û bi dehan malbatên şehîdan tev lê bûn.

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

"Ji beriya demekê ve li Başûrê Kurdistanê ji ber siyasetên şaş ên PDK`ê û yên girêdayî ajandeyên derve û di serî de dewleta Tirk a faşîst, alozî heye.

Di 13`ê Kanûnê de hêzên PDK`ê êrişî nuqteyên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û 3 gerîla birîndar bûn.

Em tekez dikin ku ev êriş xizmeta doza kurdî nakin û di demekê de ku pêwîstî bi yekkirina mala kurdî û lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî heye, dihêlin ku partî û hêzên kurdistanî ji hev dûr bikevin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê em êrişa PDK`ê şermezar dikin û bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê dikin ku sînorekî ji destdirêjiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd re deynin û êdî bi çarenûsa gelê Kurd nelîzin.”

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p5wgN5lVZno" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>