Dayikên gerîla: Êrişan rawestînin û li pey planên dewleta Tirk nekevin

Dayikên gerîla û şêniyên kantona Qamişloyê bang li hêz û partiyên kurdistanî kir ku li pey planên dewleta Tirk nekevin û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestînin.

Dayikên gerîla: Êrişan rawestînin û li pey planên dewleta Tirk nekevin
Dayikên gerîla: Êrişan rawestînin û li pey planên dewleta Tirk nekevin
Dayikên gerîla: Êrişan rawestînin û li pey planên dewleta Tirk nekevin
15 kanûn, 2020   13:04
 QAMIŞLO

Vê sibehê, dayikên gerîla û şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên girêdayî kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina kiryarên PDK`ê li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina herêmên gerîlayan, berê xwe da dergeha Sêmalka.

Dayikan û şêniyan wêneyên şehîdan û al û sembolên kurdî rakirin. Dayik û şêniyên herêmê heta deriyê têketina dergeha Sêmalka ya sînorî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de meşiyan û li pêşiya nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwepêşandanek li dar xist.

Bi navê dayikên gerîla Xaliye Ehmed axivî û komployên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û got: “Îro dayikên gerîla li dergeha Sêmalka ne, ji bo ku nameyekê bidin hemû hêzên kurdistanî ku li pey planên li dijî gelê Kurd nekevin.”

Xaliye destnîşan kir ku Dayikên Aştiyê û Dayikên Gerîla dê li hemberî bûyerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê deng nemînin û wiha domand: “Diviyabû ku hêzên pêşmergeyan li kêleka gerîlayan bisekiyana û mafên gelê Kurd parastibana."

‘XETA ÎXANETÊ BI SER NAKEVE’

Xaliye her wiha diyar kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) di oxira parastina Şengalê de fedakariyên mezin kirin û got: “Lê îro hin alî hewl didin fitneyê derxin da ku îrade û destkeftiyên gelê êzidî têk bibin.”

Xaliye got ne pêkan e ku xeta îxanetê bi ser bikeve, ji ber ku gelê Kurd êdî mafên xwe yên rewa dizane û îxaneta tu aliyekî qebûl nake. Her wiha Xaliye bi navê dayikên gerîla bang li hêzên kurdistanî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistnaê kir ku li pey planên dagirkeran nekevin û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, xwepêşandêran dirûşmên “Na ji şerê kurdî-kurdî re, Erê ji yekitiya neteweyî re, bimire îxanet” berz kirin.

(cx)

ANHA