Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên navçeya Til Berakê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
15 kanûn, 2020   13:23
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê reʺ Kongereya Star li navҫeya Til Birakê ji bo şermezarkirina êriş û binpêkirinên artêşa dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek organîze kir.

Şêniyên Til Birak û gundên wê û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Endama Kongereya Star Resil Remedan axivî û êrişên artêşa dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bibin yek da ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.

(dm)

ANHA