‘Bûyerên li Başûr rû didin komployek tirkî ye û armanc jî tunekirina Kurdan bi destê Kurdan e'

Meclisa Giştî ya PYD`ê destnîşan kir ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin, komployek ji hêla dewleta Tirk ve ye û armanca wê tunekirina Kurdan bi destê Kurdan e. PYD`ê bang li çareseriyeke aştiyane û destpêkirina diyalogê kir.

‘Bûyerên li Başûr rû didin komployek tirkî ye û armanc jî tunekirina Kurdan bi destê Kurdan e'
15 kanûn, 2020   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişa hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li dijî hêzên gerîla li Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê ku di encamê de 3 şervan birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî hêzên gerîla ji hêla hêzên girêdayî PDK û pêşmergeyên Rojava ve û şerê birakujî yê ku pêşeroja gelê Kurd dike hedef hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema ku Kurd li herêmê veguherîne hêzeke stratejîk, destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û mirovahî ji hovanetirîn rêxistinên terorîst parast, hêzên mêtingerên Kurdistanê di sêrî de dewleta Tirk hewl didin van destkeftiyan tune bikin û Kurdan bike qurbaniya timayên xwe yên dagirkirinê.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên mêtinger nikarîn bi rêya DAIŞ`ê destkeftiyên Kurdan tune bikin, vê carê ji bo bigihêje armancên xwe Kurdan li dijî hev bi kar tînin û fitneyê di navbera hêzên Kurd de derdixin.

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê komployek dewleta Tirk e, bi rêya wê dixwazin şerekî kurdî-kurdî derxin û her wiha dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK`ê yan jî dijminê Bakurê Kurdsitanê ye, ew dijminê hemû Kurdan e ku dixwaziin azad û bi rûmet bijîn û helwesta wê ya li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê jî mînaka vê yekê ye.  

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ruxmî bangewaziyên çareserkirina dozên nakok bi rêya diyalogê, lê PDK zimanê sûcdariyê di daxuyaniyên xwe de bi kar anî, herî dawî jî daxuyaniyên Mesrûr Barzanî. Ev yek destkeftiyên Kurd dixe xetereyê û çarçoveyeke rewa ji bo êrişên dewleta Tirk peyda dike.

Di dawiya daxuyaniyê de PYD`ê bang li PDK`ê kir ku çareseriyeke aştiyane peyda bikin û dest bi diyalogê bikin û bang li pêşmergeyan jî kir ku nebin beşek ji komploya li dijî gel. Her wiha bang li gelê Kurdistanê jî kir ku komploya li dijî gelê Kurd têk bibin.

 (şx)

ANHA