Şîrovekarekî siyasî: Dibe ku welatên Ewropayê jî cezayan li dijî Tirkiyê ferz bikin

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihadî dibêje cezayên Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk parêzbendiya Tirkiyê şikand û diyar kir ku ji aliyekî ve dê cezayên Amerîakyê zirarê bidin aboriya Tirkiyê û ji aliyekî din ve dibe ku welatên Ewropayê jî gavên bi vî rengî biavêjin.

Şîrovekarekî siyasî: Dibe ku welatên Ewropayê jî cezayan li dijî Tirkiyê ferz bikin
15 kanûn, 2020   12:35
 NAVENDA NÛÇEYAN - OMER MÛSA

Duh Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li dijî Gerînendetiya Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyê û serokê wê Îsmaîl Demîr û hin kesên din ên girêdayî gerînendetiyê, ceza ferz kirin.

Der barê mijarê de, nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihadî ji ANHA`yê re daxuyand ku cezayên Amerîkayê yên nû dê bandorê li aboriya Tirkiyê bikin, ku jixwe ji beriya çend mehan ve ji ber aloziya pandemiya koronayê û siyasetên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di rêvebirina kar û barên welat de bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye.

Ebû Mihadî girîngî û bandora van cezayan spart gelek sedeman, ji wan; Tirkiye endameke NATO`yê ye û NATO`yê li hemberî cezayên ji dewletan û bi taybetî welatên Ewropayê û Amerîkayê di dirêjahiya salên borî de parêzbendiyek ji Tirkiyê re ava kiribû û rê nedida ku tu alî ji ber kiryarên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî her wiha li Sûriye, Iraq û Lîbyayê cezayan lê ferz bike.

Mihadî diyar kir ku ev ceza parêzbendiya Tirkiyê dişikînin û wiha got: “Dê aboriya Tirkiyê ji ber van cezayan zirareke mezin bibîne.”

Ebû Mihadî wiha domand: “Dê zirareke mezin bi lîreyê Tirk û aboriya Tirkiyê bibe. Jixwe piştî serkeftina Joe Biden ku xwedî helwesteke neyînî ye li hemberî rejîma Tirk, zirar gihaştibû aboriya Tirkiyê. Bi destpêkirina cezayên Amerîkayê re, xuya bû ku lîreyê Tirk û gelek şîrketên veberhênanê bandor bûn.”

‘DIBE KU WELATÊN EWROPAYÊ JÎ CEZAYAN FERZ BIKIN’

Ebû Mihadî dibîne ku di hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê yên bê de, rejîma Tirkiyê gelek aloziyan bijî û hilweşe û wiha got: “Li gorî nîşaneyan, êdî opozîsyona Tirkiyê ji berê bi hêztir bûye.”

Her wiha Ebû Mihadî desntîşan kir ku hin derdorên ewropî dixwazin wekî van cezayan ferz bikin anku bi wateyekî din ev gava Amerîkayê dibe ku welatên Ewropayê jî teşwîq bike û dibe ku ji ber binpêkirina serweriya Yewnanistan û Qibrisê û çalakiyên lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryaya Spî tedbîrên bi vê rengî li dijî Tirkiyê bigirin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihadî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di rojên pêş de dê guhertinên girîng û cîhanî çêbin. Dibe ku Tirkiye jî di nav van guhertinan de be. Ji ber ku têkiliyên Erdogan û siyaseta wî ya derve dijberî gelek dewletên girîng e, bi taybetî welatên Ewropa û Amerîkayê.”

(cx)

ANHA