Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li girê Kordînê yê Heftanînê çalakî pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed li qada Bektorya ya Heftanînê bi amûrên hewayî yên bêmirov dijî dagirkerên ku di girê Koordînê de bi cih bûne çalakiyek li dar xistin.

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li girê Kordînê yê Heftanînê çalakî pêk anîn
15 kanûn, 2020   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiya ku li girê Kordînê pêk anîbûn de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

13`ê Kanûnê di saet  navbera 09:20 û 11:30'î de Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê bi amûrên bêmirov li dagirkerên li ser Girê Koordînê xistin. Çalakî bi rengekî serkeftî pêk hat.

DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN

10`ê Kanûnê, dewleta Tirk a faşîst bi balafirên şer bombe li qada Şelazê ya herêma Metînayê barandin. Ji ber vê bombebaranê hevrêyên me Avesta û Viyan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

/kr/uploads/files/2020/12/15/123051_avesta_leyla.webp

Nasnav: Avesta Şiyar Şemzînan

Nav paşnav: Leyla Eren

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Kîbar-Mehmet Tahîr

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2020 / Metîna

/kr/uploads/files/2020/12/15/123106_viyan_rojin.webp

Nasnav: Viyan Cûdî

Nav paşnav: Rojîn Sîdo

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Îsra-Osman

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2020 / Metîna

AVESTA ŞIYAR ŞEMZÎNAN

Hevrêya me Avesta li Şemzînanê li nava malbateke dilsozê nirxên civakî û welatparêziyê ji dayik bû û di nava çanda berxwedanê de mezin bû. Herêma Şemzînanê ku dewleta Tirk a faşîst hewl dide polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û qirkirinê bi giranî lê bimeşîne, li dijî her cure polîtîkayên bêbingehhiştinê û asîmîlasyonê her tim li ber xwe da. Hevrêya me Avesta bi van kiryaran hesiya û ji bo li dijî faşîzmê têbikoşe tevlî nava refên gerîla bû. Di jiyan û pratîka gerîla de timî xwe bi pêş xist û bi kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de ji bo bibe milîtaneke pêşeng û fedayî timî guhertinên mezin di kesayeta xwe de pêk anî. Hevrêya me Avesta ku bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re xwedî îradeyeke xurt bû, her tim li ser şopa Zîlanan û Sarayan meşiya û bû milîtaneke pêşeng a tevgera jinên azad. Hevrêya me Avesta ku heta kêliya dawî bi felsefeya Rêber Apo di têkoşîna azadiyê ya jinê de kedeke mezin da, di nava têkoşîna azadiyê de bi kesayeta xwe ya dilnizm û bi sekna xwe ya fedayî, her erk û wezîfe bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî.

VIYAN CÛDÎ

Hevrêya me Viyan li bajarê berxwedanê li Kobanê ji dayik bû û kesayeta wê li nava derdoreke welatparêz ava bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ku hevkarê koalîsyona dewleta Tirk a faşîst e êriş birin ser Rojava, mîna her jineke Kurd hevrêya me Viyan jî rahişt çekê û ji bo parastina warê xwe û gelê xwe tevlî nava hêzên şoreşê bû. Demeke dirêj li dijî çeteyan li eniyên herî pêş ên berxwedanê cih girt, gelek caran birîndar bû û di nava têkoşînê de bû xwedî îradeyek ji pola. Hevrêya me Viyan têkoşîna xwe li nava Rojava bi sînor nekir û ji bo karibe li dijî dewleta Tirk a mêtinger, qirker û faşîst ên hevkarê çeteyan şer bike, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Viyan ku li nava têkoşîna gerîla bi hevrêtiya xwe ya ji dil û cewherî dihate naskirin, di felsefeya rêber Apo de xwe kûrtir kir û wezîfeyên girîng da ser milê xwe. Hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi hesasiyeteke mezin pêk anî. Hevrêya me Viyan bi daxwaza xwe ya têkoşînê û îradeya xwe ya xurt bû milîtaneke pêşeng a têkoşîna azadiyê ya fedayî ya rêber Apo û heta kêliya dawî bi rengekî bi rûmet têkoşiya.

Di serî de malbatên van hevrêyên me yên şehîd ên leheng serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna daxwazên şehîdên me yên leheng û avakirina siberojên azad, em ê têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dewam bikin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

12`ê Kanûnê di saet 11:00 de li qada Meyrokê ya herêma Garê bombe li Geliyê Ga hate barandin.

12`ê Kanûnê di saet 11:30'î de qada Kurojehro ya herêma Zapê hate bombebarankirin."