Çalakvanên greva birçîbûnê di roja 19`an de çalakiya xwe didomînin

Girtiyên di zîndanên dewleta Tirk de ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan bi dawî bikin, di roja 19`an de bi koma 4`an çalakiya xwe didomînin.

Çalakvanên greva birçîbûnê di roja 19`an de çalakiya xwe didomînin
15 kanûn, 2020   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan were şikandin û zextên li girtîgehan were bidawîkirin girtiyên siyasî di 17’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî bi koma 4’an re di roja 19’an de didome.

Girtiyan ji bo çalakiyê banga piştgiriyê kirin û malbatan jî xwestin ku daxwazên wan werin qebûlkirin