VOA: Dewleta Tirk şêniyên Efrînê neçar dike ku zeytûnan bifiroşin wan an jî alîgirên wan

Ajansa VOA diyar kir ku şêniyên Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirk de ne, neçar man ku berhemên xwe yên zeytûnan bifiroşin dewleta Tirk an jî çeteyên wê.

VOA: Dewleta Tirk şêniyên Efrînê neçar dike ku zeytûnan bifiroşin wan an jî alîgirên wan
15 kanûn, 2020   12:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Dengê Amerîkayê (VOA) raporek li ser berhema zeytûnan û zeyta Efrînê û azarên ku şêniyên resen ên herêmê ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dikişînin, belav kir.

Di raporê de wiha hate gotin: “Di dawiya Cotmehê de, Ferhan û her du lawên xwe zeytûnên xwe dagirtin da ku bibin li navenda bajarê Efrînê bifiroşin.”

Ferhan ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe yê rastî eşkere bike, wiha got: “Gelo em ê bikarin zeytûnan bi nirxekî baş bifiroşin? Gelo dê çete bacan li me ferz bikin?

Ferhan (61) cotkarekî Kurd e û dûrî navenda Efrînê erdekî wî yê zeytûnan heye. Dewleta Tirk û çeteyên wê di Adara 2018`an de Efrîn dagir kir, ew herêm bi zeyta zeytûnan a herî baş tê nasîn.”

Ferhan bi rêya înternetê ji VOA`yê re wiha got: “Her sal em bi çandina zeytûnan baş qezenc dikin. Lê di 2 salên dawîn de, komên çeteyan dest di karên me werdidin.”

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, hikumetên rojavayî û saziyên hiqûqa navneteweyî, çeteyên dewleta Tirk bi pêkanîna sûcên şer û di nav de talankirin û dizîna milkên sivîlên Efrînê, tawanbar kirin.

‘JÊDERA DEBARÊ’

Pispor dibînin ku erdên zeytûnan ên li Efrînê bûne çavkaniya sereke ya komên çeteyan ku Efrîn dagir kiriye.

Di vê derbarê de, aborînasê sûrî Xorşîd Elîqa ku pêşketinên li bakurê Sûriyê ji nêz ve dişopîne, ji Dengê Amerîkayê re got: “Nêzî 18 milyon darên zeytûnan li herêma Efrînê hene. Mîlîsên li Efrînê bacên zêde li ser cotkarên Kurd ferz dikin. Mînak, di demên dawîn de komên çete yên li gundê Kaxirê 2 hezar tenekeyên zeyta zeytûnan wekî bac li şêniyên gund ferz kirin.”

Elîqa diyar kir ku niha li sûkên herêmî her tenekeyek zeyta zeytûnan bi 30 dolarî ye ku Ferhan jî heman nirx bi bîr xistibû.

Rojnamevanê efrînî Mihemed Bilo ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî, destnîşan kir  ku komên çeteyan bi rêbazên cuda sûdê ji zeyta zeytûnan digirin. Bilo got: “Li gundê min, çeteyan îsal mewsima malbatên ku piştî dagirkirina Efrînê ji malên xwe derketine, talan kir.”

Bilo her wiha diyar kir ku ji derveyî ferzkirina bacan, mîlîs li ser bendên kontrolê jî pereyan ji cotkaran distînin da ku karibin berhemên xwe yên zeytûnan derbas bikin.”

 ‘FIROTINA JI DERVE RE’

Li gorî aborînas Elîqa, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê cotkarên Efrînê neçar dikin ku berhemên xwe yên zeytûnan bifroşin çeteyan an kesên di saziyên çandiniyê yên Tirkiyê de kar dikin.

Elîqa wiha dewam kir: “Dewleta Tirk û wekîlên xwe, zeytûnan ji cotkaran bi nîvê nirxên wan dikirin û li kargehên derxistina zeytê yên li nêzî Efrînê kom dikin. Piştre difiroşin Tirkiyê û ji wê derê difroşin welatên derve.”

Gelek dezgehên çapemeniyê ragihandibû ku zeyta zeytûnan a Efrînê li sûkên Ewropa û Amerîkayê tê dîtin.

Ajansa Dengê Amerîkayê ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, Wezareta Çandiniyê û komeleyên çandiniyê xwest mijarê şîrove bikin, lê heta niha wan tu bersiv nedaye.

Parlamanterê HDP`ê Elî Kenanoglu jî dibêje mijara zeyta zeytûnên Efrînê gelek caran li parlamantoya Tirkiyê hatiye nîqaşkirin. Kenanoglo ji VOA`yê re wiha got: “Piraniya berhemên zeytûnan ji şîrket û kesayetên mezin ên Tirk re tên veguhastin û ji bo fînansekirina wan tê bikaranîn. Ew yek bûye çavkaniyeke fînansekirina tundrawên li Sûriyê.”

(cx)