Sûdanê pasporta dîplomatîk a El-Xenûşî betal kir

Sûdanê pasporta dîplomatîk a serokê parlamentoya Tunisê û serokê Tevgera El-Nehda ya Tunisê Raşid El-Xenûşî û pasportên 3 hezar û 548 kesayetên ku Umer El-Beşîr di serdema xwe de dabûn, betal kirin.

Sûdanê pasporta dîplomatîk a El-Xenûşî betal kir
15 kanûn, 2020   11:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Sûdanê, got: “Desthilatên Sûdanê, pergala dayîna nasnameyên sûdanî ya ku Umer El-Beşîr danîbû, ji nû ve di ber çavan re derbas kir.”

Radyoya Fransayê ya navneteweyî beriya du rojan ragihandibû ku desthilata Sûdanê pasporta 3 hezar û 548 kesayetên ku rejîma Umer El-Beşîr dabûn wan, kişandin. Di nav de serokê parlamentoya Tunisê û serokê tevgera El-Nehda ya Tunisê Raşid El-Xenûşî heye.

Radyoyê bi bîr xist ku pasport ji ber sedemên ewlehî, tenduristî û sextekariyê hatin betalkirin.

(şx)