'Êrişên PDK'ê li gorî berjewendiyên dijminan in'

Şêniyên Qamişloyê êrişa dawîn a PDK'ê li gundê Sêgira yê herêma Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got “Êrişên PDK'ê li gorî berjewendiyên dijminan in.”

'Êrişên PDK'ê li gorî berjewendiyên dijminan in'
15 kanûn, 2020   11:40
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Li bajarê Qamişloyê xwepêşandanek li dijî siyaseta PDK`ê û tevgerên wê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla, hate lidarxisitn.  Şêniyên ku beşdarî xwepêşandanê bûne, ji ajansa me re axivîn.

Mesûd Ferhan Dawûd diyar kir ku ev bûyera dawîn metirsiyeke mezin e û gelê Kurd jê ne razî ye, ji ber ku gelê Kurd li benda yekitiya hemû aliyên kurdî û çareserkirin doza Kurdan e.

Mesûd da xuyakirin ku ev êriş dikevin xizmet û berjewendiyên dewleta Tirk, hemû dizanin ku li Şengalê çi qewimî, rûxmî wê jî êrişan li dijî hêzên ku piştgiriya gel kirine û ji komkujiyan xelas kirine, pêk tîne.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/15/114338_-.jpg

Mehmûd Ehmed ji gelên Kurdistanê xwest ku têkoşîn û serhildanên li dijî siyasetên li dijî doza Kurdan bilind bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/15/121942_114123_-.jpg

Helîme Mehmûd helwesta xwe der barê êrişên PDK'ê de anî ziman û got: "Şerm e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê êrişan li dijî Kurdan pêk bîne û hevalbendiyê bi dijmin re bike. Em ji dijmin natirsin, lê mixabin hin aliyên Kurd desteka dijmin dikin."

Helîme ji gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê xwest ku serî hildin û van siyasetên ku li dijî wan qebûl nekin. Helîme got: "Ger hat xwestin em ê derbasî wan herêman bibin û rê li şer bigirin."

Ehmed Mihemed êrişên PDK'ê şermezar kirin û got: "Em li dijî van êrişan in û ji gelê Kurd ê dixwazin ku bibe yek."

Hemdiye Sayîd jî êrişên PDK'ê yên li dijî gerîla şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş dikevin berjewendiyên dijmin û planên wan ên mêtingeriyê.

)dm)

ANHA