Wezareta Karên Derve ya Sûriyê qutkirina avê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Hesekê, şermezar kir û wek binpêkirineke hovane li dijî hevpeymanên NY’yê û qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê qutkirina avê şermezar kir
15 kanûn, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di nameyekê de ku ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Meclisa Ewlehiyê re şandiye, wiha diyar kir: “Di çarçoveya siyaseta bi zanebûn û eşkere de hêzên artêşa Tirk a dagirker ava stasyona Elok a ku avê ji zêdetirî milyonek kesî li Hesekê re peyda dike, careke din qut kir.”

Wezaretê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve 17 caran av li ser Hesekê qut kiriye.

Wezaretê di berdewama nameya xwe de got: “Hikumeta Tirk ji bo ku destkeftiyên siyasî û leşkerî bi dest bixe sûcên dermirovî mîna guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî, pêk tîne. Dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser sivîlan tevahiya hevpeyman û lihevkirinên navneteweyî binpê dike.” 

Wezaretê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê û serdestiya Sûriyê şermezar kirin û qutkirina avê wek sûcekî dagirkirinê û mêtingeriyê bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê bang li Meclisa Ewlehiyê, Sekreteriya Giştî ya NY`yê kir ku yekser mudaxele bikin û rejîma Tirk neçar bikin ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigirin û stasyona Elûk careke din bidin xebitandin.

Her wiha wezaretê bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku berpirsyariyên xwe ji bo parastina aştiyê û ewlehiya navneteweyî pêk bîne û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire û ji axa Sûriyê ya ku dagir kiriye, derxe.

 (şx)

ANHA