Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan

Star FM bi rêya weşana xwe ya bi frekansa 105.00 di dirêjahiya 3 salan de karî navaroka bernameyên xwe li gorî daxwazên guhdaran bi pêş bixe û rewşa jinan li herêmê ragihîne.

Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
Star FM li Bakurê Sûriyê bûye dengê jinan
15 kanûn, 2020   10:07
QAMIŞLO - SILAVA EBDULREHMAN

Radyoya Star FM di 15`ê Kanûna 2017`an de li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê wek yekemîn radyoya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate vekirin.

Destpêkê 4 rojnamevanên jin dest bi kar kir. Piştre hejmara wan zêde bû û di salên dawîn de gihaşt zêdetirî 20 xebatkaran.

Star FM bernameyên xwe li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 3 zimanên bingehîn ên herêmê; kurdî, erebî û suryanî weşanê dike.

Ji avakerên radyoyê, Lîlav Hesen destnîşan kir ku Star Fm, radyoyek civakî ye û armanc dike ku dengê jinan girêdayî hêviyên wê, pêdiviyên wê yên giştî û derxistina behreyên wê û gihandina dengê wê ji her kesî re.

Star FM bi 3 bernameyan dest bi weşanê kir. Niha 23 bernameyên cihêreng girêdayî hevpeyvîn, bernameya gundê me, jin û jiyan, şev baş, jina ciwan, rojeva jin, jineolojî, pêşbirkên zarokan, çand û huner, destkeftiyên şoreşê û dîroka Kurdistanê diweşîne.

Her wiha Star FM raporên taybet, hevdîtinên siyasî û civakî amade dike û rojê 6 caran bi 3 zimanan nûçeyan diweşîne.

Der barê rola jinan di şoreşa Rojava de Lîlav got: “Di şoreşê de jin ji zinhiyeta mêrdestiyê û gelek kevneşopiyên berê xilas bû. Star FM bala çîneke fireh a civakê kişand û bû yek ji minberên çapemenî yên pêşeng.”

Lîlav di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku di destpêkê weşanê de gelek astengî rastî wan hatine û wiha domand: “Ji bo xebatên ragihandinê kedeke mezin pêwîst dike. Dema me rapor amade dikirin, gelek astengî li pêşiya me derketin û şênî bi me re nealîkar bûn.”

Girêdayî navarokên bernameyên radyoyê Lîlav ev agahî parve kir: “Star FM li gorî daxwaz û hêviyên guhdarên jin karî navaroka xwe bi pêş bixe.”

Lîlav îşaret pê kir ku guhdar bernameyan pêşniyar dikin. Ev jî îsbat dike ku radyo gihaştiye qonaxeke girîng û bûye hêviya jinan.

`RIHÊ HEVKARIYÊ, SEDEMA PÊŞKETINA RADYOYÊ YE`

Star FM êş û azarên civakê û jinan, nexasim tundiya ku li dijî wan tê kirin bi rêya bernameyên xwe radigihîne. Nûçegihan Delal Cemîl ji 2 salan ve di radyoyê de kar dike û dibêje ku ji bo ragihandina dengê ciwan û jinan radyo bû derfetek.

.

Delal wiha got: “Ji zarokatiya xwe ve min hêvî dikir ku di warê ragihandinê de kar bikim. Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê anku şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinan hate naskirin, min xewna xwe pêk anî.”

Mîdye Silêman pêşkêşa bernameyan û nûçegihana Star FM ji 2 sal û nîvan ve li radyoyê kar dike û ev nirxandin kir: “Giyanê hevkariyê û hezkirinê di navbera endamên Star FM’ê de mînak e. Hemû hev temam dikin, heke yek neyê ser kar a din karê wê temam dike. Ev giyan bû sedem ku radyo bi ser bikeve.”

Mîdye di dawiyê de got: “Bi rêya Star FM em hewl didin dengê jinan ji aliyê siyasî, civakî, aborî, çandî û dîplomatîk ve ragihînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7vg_Mv3Alw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>