Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kirin

Pêrêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdana serdozgeriyê kirin.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kirin
15 kanûn, 2020   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziya Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlê xwe re bicivin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di bin îdîaya ‘Nexşerê’ ya ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de qalê kiribû, di 23’ê Îlonê de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran li Ocalan birîbû.