HPG'ê dîmenê çalakiya ku li Şirnexê kiribû parve kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ku di 27'ê Nîsanê de li bejahiya Şirnexê li dar xistibû û di encama wê de 5 leşkerên artêşa Tirk hatibûn kuştin weşand.

HPG'ê dîmenê çalakiya ku li Şirnexê kiribû parve kir
15 kanûn, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

"Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parvekirin:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada navbera Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gabarê ya li Şirnexê wesayîteke artêşa dagirker şopandin û 27'ê Nîsanê di saet 12.00’an de li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi rêbazê sabotajê li vê wesayîtê dan. Ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriya baregehên xwe."