Çandina sebzeyên zivistanê li Reqayê bi ser ket

Li gundewarê Reqayê tecrubeya çandina sebzeyên zivistanê nû ye. Tevî nûbûna tecrubeyê û astengiyan jî ev tecrube bi ser ket.

Çandina sebzeyên zivistanê li Reqayê bi ser ket
Çandina sebzeyên zivistanê li Reqayê bi ser ket
Çandina sebzeyên zivistanê li Reqayê bi ser ket
Çandina sebzeyên zivistanê li Reqayê bi ser ket
15 kanûn, 2020   08:36
REQA-EHMED ESSAF

Cotkarên Reqayê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê dest bi çandina sebzeyên zivistanê kir. Berê, wan sebze ji herêmên din ên Sûriyê dianîn.

Hilberînên zivistanê cihereng in. Hinek ji wan di mewsimê de zêdetirî careke tên berhevkirin mîna bexdenoz, nane (pûng), reşad (tere), pîvaz, baqil, ispanax, xes, tivir, kelemî û qernebît. Ev cure sebze piştî berhevkirinê careke din şîn dibin.

Ev hilberîn pêwîstiya bazarên herêmî derdixe û yên zêde ji herêmên din ên Sûriyê re tê şandin. Lê di vê dawiyê de piştî aloziya koronayê û girtina sûkan û dergehan, bazirganiya sebzeyan paşde çû. Ji ber wê cotkar tenê li gorî pêwîstiyê sebzeyan diçînin.

/kr/uploads/files/2020/12/15/083804_-.webp

Cotkarê bi navê Mihemed El-Xelef ê ji gundewarê başûrê Reqayê, piştrast kir ku çandina sebzeyên zivistanê bi serket û pêşket. El-Xelef bang li Gerînendeya Çandiniyê kir ku desteka cotkaran bike û semad, tovên baş û sotemenî ji wan re pêşkêş bike, ji bo ku ev cure çandinî bêtir pêşkeve.

Her wiha El-Xelef di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku dema qedexeya derketina derve tune be, ew bi lez hema di çend rojan de sebzeyan berhev dikin û dişînin sûkan.

Ji bazirganê sebzeyan di sûka Hal de Ehmed El-Hesen diyar kir ku ji ber pandemiya koronayê û girtina sûkan, cotkar neçar man ku asta hilberînê kêm bikin. Ji ber wê her cotkarek li gorî pêwîstiya sûka herêmî di dema ku qedexe tê de tune be, sebzeyan diçin. Nexasim ku dergehên bi herêmê re hertim girtî ne. Ev yek tevgera hinartinê ber bi herêmên din ên Sûriyê ve qels dike.

/kr/uploads/files/2020/12/15/083819_-.webp

Serokê Nivîsgeha Şêwiriyê ya Komîteya Çandiniyê Heyder El-Mûsa da zanîn ku ew bi rêya plansaziya piştgiriya sebzeyên zivistanê, bi rêjeya ji sedî 5 desteka vî warî dikin. Tenê cotkarên ku ruxset ji kooperatîfên çandiniyê yên li herêmê stendine sûd ji vê destekê digirin.

 (şx)

ANHA