Mezlûm Ebdî bang li aliyên kurdî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî gerîlayên PKK`ê cihê şermezariyê ye û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

Mezlûm Ebdî bang li aliyên kurdî kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin
15 kanûn, 2020   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li derdora gundê Sêgirê yê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê êrişî Hêzên Parastina Gel (HPG) kiribû.

HPG`ê li ser mijarê duh daxuyaniyeke fermî dabû û diyar kiribû ku di êrişê de 3 gerîla birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî girêdayî mijarê bi twittekê wiha got: “Êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî gerîlayên PKK`ê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe. Em banga rawestandina êrişan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin.”

(cx)