Dayika girtiyekî siyasî banga piştgiriya berxwedana girtîgehan kir

Dayika girtiyê siyasî Kamîran Reşîd ê ku beriya 28  ́an salan di girtîgehên dewleta Tirk de girtî ye, bang li gelê Kurd kir ku li qadan û meydanan serî hildin û ҫalakiyan pêk bînin piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin û banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bikin.

Dayika girtiyekî siyasî banga piştgiriya berxwedana girtîgehan kir
15 kanûn, 2020   07:36
HELEB

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de ferz dike. Li dijî tecrîdê û pêkanînên neqanûnî girtiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) di 27  ́ê cotmehê de pêngava gireva biҫîbûnê dan destpêkirin

Girtiyê siyasî Kamîran Bekir Reşîd di pêngava gireva birҫîbûnê de ye. Kamîran li gundê Hac Xelîl a girêdayî navҫeya Reco  ji dayîk bûye di sala 1993  ́an li Tirkiyeyê bi doza PKK’ê hat girtin. Beriya 3 salan ji gertîgeha Sincanê veguhestin girtîgeha Boluyê.

Dayika girtiyê siyasî Kamîran, Fatime Dîko ya ku bi lawê xwe re têkildar e da zanîn ku hemû girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, çalakiyan pêk tînin ji nav wan jî gireva birçîbûnê ye.

Dayika Fatime got: "Rêber Abdullah Ocalan azadiya me temsîl dike ji ber vê yekê jî pêwîst e bibin yek da ku tecrîda li dijî wî bişkînin û rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê azad bikin. Ji ber ew rêberê azadî, aştî û mirovahî ye û rêberê hemû gelan e ne tenê gelê Kurd."

Fatima Dîko lê zêde kir ku pêwîst e hemû gelê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dike piştgiriya berxwedana girtîgehan yên ji bo doza xwe di girtîgehên Tirkiyeyê de têkoşîn dikin, serî hildin.

Fatima Dîko binpêkirinên nehiqûqî ya ku rayedarên dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir û bang li saziyên berpirs, hemû gelan û kurdên li derveyî welat kir ku derkevin qadan û çalakiyên ku banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî dike, pêk bînin.

(dm)

ANHA