Rojiya Êzî dest pê kir

Îro roja yekemîn a Rojiya Êzî ye. Rojî 3 rojan dewam dike û piştre êzidî Cejna Êzî pîroz dikin.

Rojiya Êzî dest pê kir
15 kanûn, 2020   08:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo êzidiyan Rojiya Êzî xwedî wateyeke pîroz û giyanî ye. Êzidî beriya Cejna Êzî 6 rojan rojiyê digirin. Ev rojî dabeşî du beşan dibe, hefteyê 3 rojan e. Ji beşa yekê re “Rojiya Şêşims” tê gotin, a din “Rojiya Xwedan” e. Lê ev rojî li ser tevahiya êzidiyan ne ferz e.

Li gorî mîtolojiya ola êzdayetî, rojî ji bo ku şev kin bibe û roj dirêj bibe, tê girtin. Li gorî êzidiyan, şev û roj nîşaneyên xirabî û xêrê ne. Êzidî ji berbanga sibehê hate roj biçe ava, nan naxwin û avê venaxwin.

Endama Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Orîvan Menan, Rojiya Êzî li êzidiyan pîroz kir û got: “Bi hêvî me aştî li cîhanê belav bibe. Ji ber ku em gelekî aştîxwaz in û ji xêrê hez dikin, em hezkirin û nermiyê belav dikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VYnxgyAN8xQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>