Mezlûm Ebdî: Mafê tu kesî nîn e êrişî nivîsgehên ENKS`ê û partiyên din bike

Mazlûm Ebdî daxuyand ku mafê tu kesî nîn e ku êrişî nivîsgehên ENKS`ê û tu partiyên siyasî yên din ên li Rojava bike.

Mezlûm Ebdî: Mafê tu kesî nîn e êrişî nivîsgehên ENKS`ê û partiyên din bike
15 kanûn, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên derengiya şevê de li dijî nivîsgeha ENKS`ê ya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê êrişek pêk hat û zirarên madî çêbûn.

Girêdayî mijarê, Mezlûm Ebdî twittek din belav kir û tê de wiha got: “Mafê tu kesî nîn e êrişî nivîsgehên ENKS`ê û tu partiyên siyasî yên li Rojava bike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin.”

Heta niha ne diyar e ka kê êriş pêk aniye.

 (cx)

ANHA