'Perspektîfên rêbertî derketina ji merheleya gilî nezanînê ye'

Şêniyên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan got: "Rêbertî girîngî dida rizgarkirina kesayeta Kurd û derketina ji merheleyên gilî û nezanînê ber bi guhartinê ve, bi taybet ji bo jinan ku mîna peyrewekî di jiyanê de hatiye bikaranîn."

'Perspektîfên rêbertî derketina ji merheleya gilî nezanînê ye'
15 kanûn, 2020   03:52
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî derketina rêbertî ji Tirkiyê û hatina wî li Sûriyê û Lubnanê, derfetek ji gelê Kurd ê Rojava re çêbû ku bi rêbertî re bicivin û wî ji nêz ve nas bikin. Her wiha şêniyên Rojavayê Kurdistanê, felsefe û perspektîfên rêber Ocalan ji gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê re nasîn.

Ji kesê 1991 û 1995’an li Lubnanê bi rêber Ocalan re civiye, Şêxmûs Hêres e. Hêres hûrgiliyên serdanê û rûniştinê ji ANHA’yê re vegotin û wiha got: "Me bi saetan bi rêbertî re axivî û nîqaş li ser gelek mijaran çêbû. Mijara girîng jî li ser sedemên mayîna gelê Kurd a heta niha di bin zulma desthilata dewletan de bû. Her wiha girêdayî vê rêbertî got; ev nîşane ye ku gelê Kurd ne birêxistinkirî ye û tu perwerde nedîtiye."

 ‘KÎ XWE PAŞGUH BIKE, NIKARE PÊNGAVEKÊ JÎ BER BI GUHARTINÊ VE BIBE’

Hêres destnîşan kir ku rêber Ocalan girîngî dida guhartinê di kesayeta Kurd û derketina ji merheleya  gilî û nezanîna mafan de û wiha got: "Rêbertî got, da ku mirov bifikire û xwe bigihîne xwzanînê, divê di asta yekemîn de xwe ji qeydên li pêş fikirandinê dibin asteng rizgar bike. Kî xwe paşguh bike, dê nikaribe pêngavekê jî ber bi xweguhartinê ve bibe û civakê jî biguhere."

 ‘PIR PÊWÎST E JIN RIZGAR BIBE, DA KU CIVAKA RIZGAR BIBE’

Hêres da zanîn ku rêbertî di axaftina xwe de zêdetir li ser azarên jinan ên di dîrokî de, bi taybet piştî derketina rejîma dewletê ya ku jin kiriye alava temamkirinê, axivî û wiha pê de çû: "Pir pêwîst e jin rizgar bibe, da ku em bikarin civakê rizgar bikin, ji ber her du bi xurtî bi hev ve girêdayî ne."

Şêxmûs Hêres diyar kir ku rêbertî rizgarkirina gelan erkeke girîng didît û her tim pirs dike ku çima gel dijminahiya hev dikin. Her wiha ev dijminahî jî bi kapîtalîzmê ve girê dida. Ji ber kapîtalîzm alozî û nakokiyan di civakê de çêdike û xwezaya civakan diguhere û wiha berdewam kir: "Civak bi xwezaya xwe yek e û tu dabeşî di navbera wan de tune ye. Lê kapîtalîzm ew yek kir, da ku planên xwe pêk bîne."

Hêres eşkere kir ku rêbertî pir bawer bû ku dê azadî ji hêla gelê Kurd li Rojhilata Navîn ve dest pê bike, ji ber ew gelê yekane ye ku azar ji destê dijminan ve dîtiye û bi salên dirêj di bin nîra wan de maye."

Li aliyekî din jî, şêniyên bi nave Emîn Ereb Barafî yê ku 3 caran di 1988, 1990 û 1991’an de bi rêbertî re li Şam û Lubnanê re rûniştiye, wiha got: "Ez û komek hevalan xwe cara yekemîn bi rêbertî re rûniştin, her wiha me di rêbertî de kesayetekî bihêz û bawer dît, ku jê hesta bihêz û balkişandin derdikeve."

Barafî destnîşan kir ku ew aşiqê axaftina rêber Oclan û fikirên wî bû û bi wê re carên dîtir pê re rûnişt û wiha sîfetên rêbertî eşkere kirin: "Li ser ziyaretvanên xwe dereng namîne, lê dema tê bi lezeke mezin dimeşe û her kesê dibîne silav dike. Her wiha ji zarokên biçûk pir hez dike, navên wan pirs dike û wan bi navên kurdî bi nav dike."

Barafî di dirêjahiya axaftina xwe de wiha da zanîn: "Girêdana rêbertî bi civakê xurt e, dema bi civakê re dicive pir kêfxweş dibe, guhdanvaekî xurt e, bi saetên dirêj bêyî acizbûnên guhdar dike, her tim dibêje gel mafdar e û divê tevahî pêdiviyên wan bi cih bînin û gotinên wan bi cidî bigirin."

 ‘RÊBERTÎ DIGOT TÊKILIYAN BI EŞÎRAN RE DEYNIN’

Barafî bi lêv kir ku rêbertî her tima girîngî dida peywendiya bi rûspiyên eşîrên li tevahî herêman û danasîna wan li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê re û wiha digot: "Divê tevahî cihê xwe di vê tevgerê de bigirin, ev tevger ji bo tevahî gelan e û ne tenê ji bo çînekê ye. Ji ber divê tevahî çer ku bi hev re dijîn, parastina xwe bikin."

Barafî diyar kir ku rêber Ocalan spasiya şêniyên ji tevahî herêmên Kurd der barê serdanên wan de dikir û wiha digot: "Ev serdan moralên me bilind dikin û têkiliyan xurt dikin."

Emîn Ereb Barafî li dawiyê da zanîn ku rêbertî bawer bû u dê tiştek li Rojavayê Kurdistanê çêbibe û wiha bi dawî kir: "Rêbertî ji me re digot ku dê hûn ê saziyên xwe yên taybet bibînin û dê têkiliyên wê bi dewletên cîran re çêbibin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6WzNw4LnmY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>