ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 12-2020`AN
11 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Seroka Rêveber a Saziya Child Focus Heidi de Paolo diyar kir ku zarokên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, di trajediyeke rasteqîn de ne. Heidi de Paolo her wiha got, piştgirî û alîkariya bi koçberan re erkeke exlaqî ye divê civaka navneteweyî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk bi rêya çeteyên sûrî hewl dide planên xwe yên firehkirinê li gelek herêman mîna  Sûriyê, Lîbya û heta bi Qerebax û Keşmîrê pêk bîne. Niha behsa planên nû yên Erdogan ên bajarê Amedê ya Bakurê Sûriyê têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Eyn Îsayê piştrast kir ku hebûna baregeha Rûsyayê û tunebûna wê heman e, ji ber ku êrişên dewleta Tirk berdewam in. Her wiha destnîşna kir ku helwesta Rûsyayê, rê ji dewleta Tirk re vedike ku herêmên din ji axa Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî malbata wê sûc pêk anîn, hevserê wê revandin, ji Efrînê derket û niha tekane xewna wê ew e ku Efrîn vegere wekî beriya were dagirkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina şûnwaran kir, li hemberî sûcên artêşa Tirk li dijî cihên dîrokî dikin, bisekinin, ji ber Tirkiye dixwaze şaristaniya gelê Sûriyê biçewisîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Serêkaniyê diyar kir, ku bajarê wan bûye wekî dema ku çeteyên DAIŞ`ê Reqayê dagir kiribûn û wiha gotin: "Dewleta Tirk sembolên xwe ferz dike û DAIŞ jî baweriya xwe ferz dikir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Tundiya li Dijî Tundiya li ser Jinan, êrişa zayendî ya gundê Kercews a Batmanê ya Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got ku li Tirkiyê mafên jinan paş vegeriyaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevanê êzidî Sîpan Silo peymana di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de hatiye îmzekirin bi komployeke li dijî kurdan û bi êzidiyan bi taybet e. Silo bang kir ku pêwîst e bêyî destwerdanên derve itîraf bi rêveberiya Şengal û mafên gelê wê bê kirin.

CÎHAN

- Hin alî dixwazin aloziya Kendavê ya ji ber nakokiyên Erebistana Siûdiyê û Qeterê çareser bikin, gelo Qeterê dev ji piştgiriya projeyên Tirkiyê û Îranê berdaye û lihevanîna her du aliyan dê çi bandorê li herêmê bike? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Kurê bajarê Dêrikê yê 17 salî Mihemed Mihyedîn bi hezkirineke mezin tabloyan xêz dike û hêvî dike, ku rojekê bibe wênesazekî cîhanî û beşdarî pêşangehan bibe da ku peyama xwe bigihîne cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Doktor û Şêwirmendê di Desteya Tenduristiyê de û Endamê Şaneya Aloziyê Hikmet Ehmed, diyar kir ku li herêma Firatê piştî qedexeya derketina derve hate ferzkirin û şênî li gorî biryaran tevgeriyan, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê kêm bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA