Filistînê normalîzekirina têkiliyên Mexrib û Îsraîlê şermezar kir

Komên Filistînê normalîzekirina têkiliyên Mexrib û Îsraîlê re şermezar kir û gotin: "Ev gav mafên gelê Filistînê înkar dike û derbeyek li dijî doza wê ye."

Filistînê normalîzekirina têkiliyên Mexrib û Îsraîlê şermezar kir
10 kanûn, 2020   21:25
XEZA

Komên Filistînê nerazîbûn nîşan lihevkirina normalîzekirina têkiliyan a di navbera Mexirb û Îsraîlê de ya bi navbeykariya Amerîkayê dan.

Tevgera Hemasê ev gav wekî gunehekî siyasî bi nav kir û got ku nakeve xizmeta doza Filistînê û dihêle ku dagirker mafên gelên wan înkar bike.

Her wiha da zanîn ku dagirkir ji bo siyaseta dijminane ya li dijî gelê Filistînê vê normalîzekirinê keysbaz dike.

Eniya Gel a Rizgariya Filistînê ev normalîzekirin wekî roja reş ji bo gelê Filistînê û umeta erebî wesf kir.

Tevgera Cîhad a Îslamî ya Filistînê jî got: " Nêzîkatiya rêjîma serwer a Mexirbê ya normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîl a dagirker re xiyaneta li îslamê û netewa erebî û jidestbirina Qudis û Filistînê ye."

Tevgerê wiha domand:"Em di wê  baweriyê de ne ku gelê Mexribê normalîzekirina bi dagirkirina Siyonîst bi tundî red dike, xaka qiraliya Mexribê nabe cihê siyonistan. Gelê Mexirbê û hêza xwe ya siyasyî vê normalîzekirinê red dike û wê li hemberî wê bisekine."

Di heman çarçoveyê de li gorî daxuyaniya Dîwana Melekî ya Mixribê, qiralê Mexribê Mihemed El-Sadis îro got ku welatê wî panbendî doza Filistînê û aştiya li Rojhilata Navîn e û ji serokê Filistînê Mehmûd Ebas re isbat kir, ku welatê wî pabendî doza Filistînê ye.

(eh)