Mesrûr Barzanî xwest xwepêşandêr berê nerazîbûna xwe bidin Bexdayê!

Serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî got divê xwepêşandêr berê nerazîbûna xwe bidin Bexdayê û li ser lihevkirina 50 salî ya di navbera wan û dewleta Tirk de jî got “Ya tê gotin ne rast e.”

Mesrûr Barzanî xwest xwepêşandêr berê nerazîbûna xwe bidin Bexdayê!
9 kanûn, 2020   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê li dijî nedana mûçe û rewşa xerab a herêmê xwepêşandanên gel dewam dikin. Heya niha 6 welatiyên sivîl bi guleyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Encûmena Wezîran a Başûrê Kurdistanê bi serokatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya. Piştî civînê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Barzanî got divê xwepêşandêr berê nerazîbûnên xwe bidin Bexdayê. Mesrûr Barzanî li ser îdiayên di xwepêşandanan de ku hin sûrî jî beşdar bûne, got: “Divê ji berpirsên wan herêman bê pirsîn, dibe ku wek penaber mêvan hatibin.”

Li ser pirsa ‘Ji bo çi li herêmên bi dibin desthilatdariya PDK’ê de, rê li xwepêşandanan tê girtin?’ jî Mesrûr Barzanî got: “Em rê nadin xwepêşandanan, ji ber ku berê xwepêşandanan tê guhertin.”

Mesrûr Barzanî di dewamê de got ku tevî ku gel nerazî ye, lê hemû kes daneketine kolanan û gelek kes hene ji vê rewşê nerazî ne. Serokwezîr Barzanî da zanîn ya ku çêdibe ji bo tevlihevkirin û xirakirina statuya Herêma Kurdistanê pîlanek e.

Barzanî di dewamê de bal kişand ser lihevkirina 50 salan a hikumeta Herêma Kurdistanê ya bi dewleta Tirk re jî. Barzanî lihevkirinê înkar kir û got: “Ya ku bi navê lihevkirina 50 salan tê behskirin û firotina nefta herêmê ji bo Tirkiyê, ne rast e. Ew tenê lihevkirineke ji bo nefta herêmê bi rêya boriyên nefta Tirkiyê were firotin.”