Dibistanên herêma Firatê dê bêne dezenfektekirin

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê got dê bi vekirina dibistanan li herêma Firatê re hemleyên befireh ên dezenfektekirinê pêk bên û tedbîrên xweparastinê û hişyarkirinê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna koronayê û parastina kadroyên perwerdeyê û xwenedekaran, bên girtin.

Dibistanên herêma Firatê dê bêne dezenfektekirin
9 kanûn, 2020   12:22
KOBANÊ

Piştî biryara qedexeya giştî li herêma Firatê ku di 20`ê Mijdarê de dest pê kir û heta 10 rojan dewam kir û piştre qedexeya beşî hate ragihandin, dibistanên li herêmê hatin girtin.

Piştî taloqkirina dewama dibistanan heta 20 rojan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê duh biryara ji nû ve vekirina dibistanan ji roja şemiyê (12`ê Kanûnê) de, da.

Girêdayî mijarê, hevserokê desteye Ziyad Elî wiha daxuyand: “Piştî ku Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ragihand ku qedexeya giştî bi dawî bûye û qedexeya beşî dest pê kiriye, wekî Desteya Perwerdeyê me jî dest bi dewama fermî li hemû dibistan, peymangeh û zanîngehan kir.”

Elî destnîşan kir ku biryar piştî nîqaşên bi Desteya Tendurstiyê û aliyên xizmetguzariyê re hate dayîn û got: “Dê bi vekirina dibistanan re hemleyên berfireh ên dezenfektekirinê pêk bên û tedbîrên xweparastinê û hişyarkirinê ji bo parastina kadroyên perwerdeyê û xwendekaran, bên girtin.”

Girêdayî rojên dewamê jî, Elî got: “Dewam dê vê hefteyê roja şemiyê dest pê bike. Hefteya bê jî wê dewam wekî berê anku di hefteyê de 5 roj be. Em ê pîvanên dûrbûna civakî di nava xwendekaran de pêk bînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fHfoUyEr32Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>