Dayikên gerîla û şehîdan ji aliyên kurdî xwestin ku  dagirkeran ji axa Kurdistanê derxînin

Dayikên gerîla û şehîdan li navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku aliyên Kurd daxwazin ku bibin yek û Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin.

Dayikên gerîla û şehîdan ji aliyên kurdî xwestin ku  dagirkeran ji axa Kurdistanê derxînin
9 kanûn, 2020   12:11
HESEKÊ

Di hefteya 12'an de dayikên gerîla û şehîdan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Dirbêsiyê Nisrîn Meamî daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demekê de ku pêwîst e partiyên kurdî bibin yek, rojane êriş ji aliyê dijminên Kurdan ve li dijî herêmê têne kirin û hate gotin ku ew wek gelê Kurd qebûl nakin ti partî berjewendiyên xwe pêk bînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew dayikên gerîla û şehîdan zarokên xwe ji bo parastina axa xwe pêşkêş kirin, ew ê çalakiyên xwe heta ku dengê wan bigihêje hemû aliyên kurdî da ku şer rawestînin, berdewam bikin û ji bo azadiya hemû axa Kurdistanê ji dagirkera  bixebitin.

Daxuyanî bi berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dm)

ANHA