Serokê Misirê: Divê welatên ku terorê finanse dikin, bên cezakirin

Serokê Misirê Ebulfettah Sîsî tekez kir ku Misir di aliyê leşkerî de amade ye ku berjewendiyên xwe biparêze û destnîşan kir ku destwerdana Îxwanan di daîreyên siyasî de gefan çêdike. Sîsî xwest ku dewletên ku rêxistinên terorîst finanse û bi çek dikin, bên cezakirin.

Serokê Misirê: Divê welatên ku terorê finanse dikin, bên cezakirin
9 kanûn, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇYEYAN

Sîsî ji rojnameya “Le Figaro” ya fransî re wiha got: “Divê tekez destwerdanên derve ku ji ber veguhastina çete û çekan ji mîlîsên tundraw re gefan li ser Lîbyayê çêdikin, bên bidawîkirin.”

Sîsî wiha berdewam kir: “Dê Misir qet dest bi destdirêjiyan neke, lê belê hêzên çekdar ji bo parastina Misirê û mîsogerkirina ewlehiya wê ya neteweyî li hemberî hemû gefan, her tim amade ne.”

Serokê Misirê her wiha diyar kir ku siyaseta Misirê li ser avakirina têkiliyên baş bi cîranên xwe re hatiye avakirin û divê dewleta Tirk jî wekî dewletên din ên herêmê rêzê ji pîvanên qanûnên navneteweyî û qanûnên deryayî re bigire û kiryarên yekalî yên bêyî şêwir û li ser hesabê aramî û ewlehiya herêmê, neke.

Sîsî destnîşan kir ku Fransa û Misir bi hev re li dijî terorê tê dikoşin û li gelek eniyan şer dikin.

Sîsî tekez kir ku divê dewletên ku rêxistinên terorîst finanse û bi çek dikin û biryarên NY`yê binpê dike, bên cezakirin.

(cx)