Li eniyên Hema û Idlibê di navbera çete û hêzên hikumeta Şamê de şer didome

Hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, nuqteyên hev ên li “herêmên bêçek" hedef girtin.

Li eniyên Hema û Idlibê di navbera çete û hêzên hikumeta Şamê de şer didome
9 kanûn, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyan nuqteyên hev ên li eniyên Hema û Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên li Fetîra, Sifohin, Filêfil, Kensefra û derdorê Bare û Bênên ên gundewarên başûrê Idlibê û Enkawî ya Sehil Xab, topbaran kirin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdorê Bêt Hesno ya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Tu agahiyên li ser windahiyên canî bi dest neketin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku komên çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Til Burkan a li Çiyayê Ekrad ê bakurê Lazîqiyê, bi moşekan topbaran kiriye.

Hêzên hikumeta Şamê her wiha herêmên li girên Kebana ya Çiyayê Ekrad topbaran kirin. Li gelek deverên Serqaib a rojhilatê Idlibê jî her du aliyan cihên hev topbaran kirin.

(cx)