PDK`ê li Şêladizê şêniyan digire

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li Şêladizê 10 kes ji eşîra Rêkanî girtin û kesek jî birîndar kirin.

PDK`ê li Şêladizê şêniyan digire
9 kanûn, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarokê Şêladizê ya ser bi Dihokê ve duh êvarî di çarçoveya nerazîbûnên li dijî gendelî, krîza aborî, nedayîna mûçe û nebûna xizmetguzariyê de kom bûn da ku xwepêşandanan li dar bixin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, di destpêka kombûnê de, hejmarek zêde ya çekdarên PDK’ê li navçeyê belav bûn û mûdaxeleyî çalakgeran kir. Di encamê de 10 kesên ku piraniya wan ji eşîra Rêkanî ne girtin û kesek jî birîndar kirin.

Heta niha ew hêzên PDK’ê li navçeya Şêladizê ne û navçe xistine bin kontrola xwe. Rê li her kombûn û lidarxistina çalakiyê digirin.

Tevî van hemû astengiyan jî nerazîbûnên xelkê bi taybet ya eşîra Rêkanî li dijî desthilata PDK’ê zêde dibe.