Çeteyên Tirk gundê Basofanê yê êzidiyan dorpêç kir

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker têketin û derketina mirov û madeyên xwarinê li ser gundê Basofanê yê êzidiyan yê Şêrawa qedexe kir.

Çeteyên Tirk gundê Basofanê yê êzidiyan dorpêç kir
9 kanûn, 2020   10:13
ŞEHBA

Çavkaniyek ji navçeya Şêrawa ya ku gundê Basofanê girêdayî wê ye, da zanîn ku dorpêçkirina gundê Basofanê ket roja xwe ya 5'an.

Çeteyan derketin û têketina gund û derbasbûna madeyên xwarinê li ser gund qedexe kirin.

Berê çavkaniyekî ji ajansa me re ragihandibû ku di çend rojên çûyî de hemleyeke revandinê ya berfireh ku êzidiyan dike armanc, çeteyan daye destpêkirin.

(dm)

ANHA