NY: Hejmara koçber û penaberan li cîhanê 80 milyon derbas kiriye

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hejmara koçber û penaberan li cîhanê heta nîvê sala 2020`an, 80 milyon derbas kiriye.

NY: Hejmara koçber û penaberan li cîhanê 80 milyon derbas kiriye
9 kanûn, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û Barên Penaberan Filippo Grandi bi daxuyaniyekê hişyarî da ku heke rêveberên cîhanê şeran nesekinînin, dê rewş xerabtir bibe û got: “Aliyê navneteweyî nikare aştiyê biparêze. Koçberkirina bi darê zorê di 10 salên dawîn de, zêde bû.”

Li gorî rapora Komîseriya Bilind a NY`yê ya kar û barên penaberan, hejmara kesên ku ji ber zordestî, şer û binpêkirinên mafên mirovan ji warê xwe koçber bûne, di destpêka salê de 79 û nîv milyon bû. Ev hejmar di nîvê sala 2020`an de zêde bû û 80 milyon derbas kir.

Di nava wan de 45,7 milyon koçberên ku di hundir welatê xwe de koçî herêmên din bûne, 29,6 milyon penaber in ku neçar mane ji welatê xwe derkevin û 4,2 milyon kesên ku daxwaza penaberiyê pêşkêş kirine, hene.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şerên heyî û herî dawî belavbûna şewba koronayê, bandoreke bi tehlûke li jiyana mirovan di sala 2020`an de kir. Ji ber tundiya li Sûriyê, Komara Kongo ya Demokratîk, Mozambîk, Somalî û Yemenê, di îsal de çalakiyên koçberî û penaberiyê yên nû pêk hatin."

Komîseriyê destnîşan kir ku li herêma Berava Navîn a Afrîkayê jî, sivîl rastî tundiyeke hov tên bi taybetî tecawiz û kuştinê.

(cx)