Rojnameyên erebî: Liv û tevgera Ereban li dijî Tirkiye û Îranê

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, aloziya li başûrê Kurdistanê û aloziya Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Liv û tevgera Ereban li dijî Tirkiye û Îranê
9 kanûn, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

'PÊŞNIYARÊN EREBÎ LI DIJÎ ÎRAN Û TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ'

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê li bendê namînin ku serokê Amerîkayê Joe Bide dawiya mehê dest bi erkdariya xwe bike.

Her aliyek hewl dide rewşeke nû ava bike ku rêveberiya Biden wê bibîne. Ji wan hewldana danezana Qahîreyê û Umanê bû, her wiha civîna çaralî ya di navbera Siûdiyê, Misir, Urdun û Îmaratê, ji bo pêşxistina rola Ereban di çareserkirina aloziya Sûriyê de.

Gelek derdorên Erebî hewl didin "blokên erebî" ava bikin, ji ber ku der barê mijarê de du blokên din hene; ya yekem "Koma Biçûk" ku Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Siûdiyê, Misir û Urdun di nav de ne, ya din jî "Koma Astanayê" ye ku Rûsya, Tirkiye û Îran di nav de ne.

'CIVÎNA GIDAMIS A JI BO LÎBYAYÊ TÊK ÇÛ'

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Meclisa nûneran a Lîbyayê nikarî civîna xwe ya "yekitiyê" li Gidamisê li dar bixe. Beşdaran got dê civînek rojên 21-22 Berfanbarê bê lidarxistin.

Daxuyaniya civîna Gidamisê diyar kir ku beşdarên civînê 127 nûneran, li hev kir ku di civîna bê de 3 xalan gotûbêj bikin, yekem ji nû ve hilbijartina komîteyên parlemanê, avakirina komîteyên pispor ên demkî û guhertina rêziknameyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku destnîşankirina dema lidarxistina van civînan, armanc jê ew e ku derfetê bidin endamên din ên parlemanê jî tev lê bibin û baweriya di navbera aliyan de bi hêz bibe."

'SERHILDANA HERÊMA KURDISTANÊ BERFIREH DIBE'

Der barê xwepêşandanên li başûrê Kurdistanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çalakvanên li herêma Kurdistana Iraqê da zanîn ku desthilatên partiyan li 3 bajarên Kurdan amadekariya rikeberiya serhildaneke gel dikin ku ew serhildana ji bo derengmayîna dayina mûçeyên karmendan û mijara gendeliya di nava saziyên hikumetê de rû dan, her ku diçe fureh dibe."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Roja sêşemê qada xwepêşandanan berfereh bû, gihişte nêzî 6 bajarokên nêzî Silêmaniyê, her wiha li gorî hin çavkaniyan gihişte Dihokê li bakurê herêmê, li paytext Hewlêrê jî hêzên ewlehiyê di nava amadebaşiyan de ne.

Li bajarê Silêmaniyê xwepêşandan rû da, xwepêşandêran navendên sê pariyên Kurdî şewitandin ku ew partî di nava hikûmet û perlemanê cihê xwe digirin, ew jî Partiya Demokrata Kurdistanê bi rêveberiya Mesûd Barzanî, Yekîtî Niştimanî Kurdistanê ku ji aliyê serokê iraqê yê koçkirî Celal Talebanî ve hatibû damezrandin û Tevgera Goran ya ku siyasetmedarê koçkirî Nîşirwan Mistefa damezrandibû.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku welatiyên bajarê Dikokê yê Kurdistanê bersiva bangên tevlêbûna xwepêşandanan da û hewl dan ku xwe bi rêxistin bikin, lê desthilata nêzî partiya Barzanî bi ser wan de girt û bi dehan ji wan girtin.

'NÎŞANÊN NÊZÎKBÛNA AVABÛNA HIKUMETA LUBNANÊ’

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameya El-Exbar nivîsî: "Çara yekem piştî erkdarkirina Seed El-Herîrî bo avakirina hikumetê, hin nîşan xuya dikin ku mijara hinek ber bi hev hatiye, piştî şêwirên bi serokê komarê Mîşel Ewn re pêk hatin.”

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Ev nîşan pişta xwe didin hin agahiyên ku dibêjin Fransa fişarê li El-Herîrî dike, da ku mercên xwe yên berê hinekî kêm bike.”

(kn)