Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê wêjevan û lêkolîner Elî El-Siwêhe xelat kir

Îro Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê wêjevan û lêkolîner Elî El-Siwêhe li navenda xwe ya li bajêr bi amadebûna hejmareke rewşenbîr û helbestvanên Reqayê, xelat kir.

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê wêjevan û lêkolîner Elî El-Siwêhe xelat kir
8 kanûn, 2020   13:53
REQA

Hin endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û rêxistinê civaka sivîl jî beşdarî şahiya xelatkirinê bûn.

Destpêkê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehman Omer axivî û bal kişand ser rola wêjevan Elî El-Siwêha di belavkirina wêje û çandê de û parastina dîrok û çanda Reqayê bi rêya nasandina dîrok û çanda herêmê.

Wêjevan û helbestvan Fewziye El-Miriî jî her wiha behsa pirtûkên wî kir ku tê de banga azadiya jinan dikirin û asoyên wî yên berfireh dihatin xuyakirin.

Piştî axaftinan, wêjevan Elî El-Siwêhe ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê ve hate xelatkirin, her wiha diyariyên din jê re hatin pêşkêşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Elî El-Siwêha ku sala 1944`an li Reqayê ji dayik bûye, lêkolînerekî folklore û dîroka Reqayê ye û bi rêya pirtûk û çîrokên xwe roleke mezin di parastina folklora Reqayê de lîstiye.

Ji girîngtirîn berhemên wî: Ferhenga berfireh a bi navê "Reqa" ku 30 beşên wê hene, ferhenga pîşesaziyên Reqayî, pirtûka Gotinên Pêşiyan ên şêniyên Reqayê, ferhenga "Diyarat El-Ereb" û têgehên farisî di zaravayê Reqayê de.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nKtoCwGtLCM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>