Gundê xwe paqij dikin û dibêjin: Paqijiya me berpirsyariya me ye

Şêniyên gundên Robarya yê Dêrikê ji bo paqijkirina gundê xwe hemleyek da destpêkirin û got “Paqijiya me berpirsyariya me ye.”

Gundê xwe paqij dikin û dibêjin: Paqijiya me berpirsyariya me ye
8 kanûn, 2020   13:45
QAMIŞLO

Şêniyên gundê Robarya li pêşiya avahiya meclisa gund kom bûn da ku dest bi paqijkirina gund ji bermahiyan û çopê bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Osman got: “Em bang li şêniyan dikin ku çopê deynin cihê wê yê diyar, da ku piştre bi rêya erebeyên şaredariyê bibin derveyî gund cihê ku şaredariyê diyar kiriye.”

/kr/uploads/files/2020/12/08/134557_2020-12-08-drk-baqijkirna-gunde-robarya-38535682-.webp

Osman da zanîn ku paqijiya gund berpirsyariya her gundiyekî ye, ji ber ku ew nîşaneya pêşketina civakan û welatan e.

Şêniya bi navê Jiyan Elî jî got: “Paqijî nîşana şaristaniyê ye. Gelek şerm e mirov gemarê biavêje her derê. Divê hemû çopê têxin tûrikan û deynin cihê wê yê diyar da ku şarederî bibe.”

Wedha Murad jî diyar kir ku divê hemû gund paqij bihêlin, ji ber ku nîşaneya pêşketina gelan e û wiha domand: “Ji bo paqijkirina gund, ev hemleya çaremîn e. Ji ber ku paqijî jiyan e.”

Zarokên gund jî tev li hemleyê bûn û hêvî kirin ku şênî gund paqij bihêlin û çopê biavêjin cihê wê yê diyar.

Hemleya komkirina çopê di nava gund û derdora wê de berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kOr76NDN12A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>