Xwepêşandanên li Başûr berfireh dibin: 2 şehîd û 4 birîndar

Li dijî derengmayîna mûçeyan û rewşa jiyanî ya xerab li Başûrê Kurdistanê ji beriya hefteyekê ve li herêmên cuda yên parêzgeha Silêmaniyê xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin. Di xwepêşandanên îro de yek ji wan zarok, 2 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê şehîd bûn.

Xwepêşandanên li Başûr berfireh dibin: 2 şehîd û 4 birîndar
8 kanûn, 2020   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li navçeya Tekyeyê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê, xwepêşandêran navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê şewitand û piştre berê xwe dan navenda Yekitiya Nîştimanî Kurdistanê.

Li gorî ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî, hêzên ewlekariyê hewl dan xwepêşandêran ji hev veqetînin û gule li wan reşandin. Li ser wê yekê ciwanekî 28 salî şehîd bû û 4 xwepêşandêrên din birîndar bûn.

Li navçeya Seyidsadiq a girêdayî Silêmaniyê jî zarokekî 12 salî bi guleyên hêzên ewlekariyê şehîd bû.

Li navçeyên Qeladiz, Pîremegrun  û Zerayen a Şarzûrê û qezaya Kilara, qezaya Bencewîn û bajarokê Kifrî jî xwepêşandanên berfireh pêk hatin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li parêzgehên Helepçe û Silêmaniyê, hêzên ewlekariyên û hêzên parastina navendên partiyan gule li xwepêşandêran reşandin, 3 welatî şehîd bûn û 52 birîndar bûn.

(cx)