Xaça Sor: Dibe ku 60 milyon mirov dermanê koronayê qet bi dest nexin

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor li ser negihandina dermanê koronayê (Covid-19) ji milyonan mirovên li herêmên şer re, fikarên xwe anî ziman.

Xaça Sor: Dibe ku 60 milyon mirov dermanê koronayê qet bi dest nexin
8 kanûn, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hişyarî da ku zêdetirî 60 milyon kesên li herêmên şer û herêmên ne di bin serweriya hikumetan de, ji şewba koronayê neparastî ne. Tê payîn ku li tevahiya cîhanî dest bi belavkirina dermanên koronayê were kirin, lê belê dibe ku derman qet negihêje bi milyonan mirovan.

Di vê derbarê de, serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Peter Maurer ji rojnameya "The National" re wiha got: "Divê haya aliyên ku dermanan derdixin ji mercên taybet ên ku bi milyonan mirov tê de dijîn, hebe  ku derfetên wan kesan ên depokirina dermanan di cihên sar de tune ne."

Maurer wiha domand: "Li gorî daneyên me, zêdetirî 60 milyon mirov hene ku li herêmên ne di bin serweriya hikumetan de dijîn, wekî bakurê Nîjeryayê, hin deverên Somaliyê û gundewarên Efganistanê. Li wan deveran zehmet e ku derman were bidestxistin."

 (cx)