'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'

Malbatên şehîdan û Hêzên Parastina Civakî destnîşan kir ku armanca bûyerên li Şengalê rû didin, têkbirina vîna gel e û got îstixbarata Tirk li dû vê komployê ye.

'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
'Îstixbarata dewleta Tirk serkêşa komployên li dijî Şengalê ye'
8 kanûn, 2020   12:41
QAMIŞLO

Bertek û nerazîbûnên li hemberî lihevkirina di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de ya girêdayî Şengalê, hewldanên têkbirina vîna civaka êzidî û tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê didomin.

Der barê vê mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik û Girkê Legê daxuyaniyeke hevbeş da. Malbatên şehîdan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kom bûn. Endamê meclisê Mitî Elî daxuyanî xwend.

Li Girkê Legê jî endamê meclisê Ebdulselam Bircis daxuyaniya meclisê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Rimêlanê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê, bi fikar komployên li dijî vîna gelê me yê Şengalê dişopînin. Gelê Şengalê hîna ji êş, zilm û fermanên ku li dijî wî dihatin kirin, xilas nebûye, herî dawî azarên ji ber çeteyên DAIŞ`ê kişandine.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên herêmî mîna dewleta Tirk, Iraq û heta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) armanc dikin vîna gelê Şengalê bişikînin û tecrubeya xweparastin û rêveberiya wî tune bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya kirîtîk de lihevkirina ku hatiye çêkirin li dijî doza gelê Êzidî ye, ji wê zêdetir ji bo binxistina tecrubeya li Şengalê, ev lihevkirin komployek e ku îstixbarata Tirkiyê plan kiriye û hêzên herêmî pîroz kiriye.

Di domandina daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di vê pêvajoyê de hebûna hêzên leşkerî yên biyanî yên girêdayî ajandeyên siyasî yên cuda, li dijî aramiya civaka êzidî ye û dê encamên wê li ser hemûyan dijwar bin.

Di dauxyaniyê de ev bang hate kirin: “Divê hêzên siyasî yên Kurdistanê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin, rê nedin ku rewşa li Şengalê dijwartir bibe, ji ber ku ew ê bandor li tevahiya Kurdistanê bike. Armancên dewleta Tirk û hevkarên wê yên ji kurdan diyar in.”

Di dawiya daxuyaniyê bang bang li hezkiriyên mirovahiyê û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hate kirin ku alîkariya şêniyên Şengalê bikin û rê li pêşiya rûdana komkujiyên din li dijî vî gelî aştîxwaz bigirin.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek da û tekez kir ku ew li kêleka civaka êzidî ne. Her wiha banga rawestandina komployên li dijî gelê Şengalê û piştgirîdayîna Rêveberiya Xweseriya Şengalê, kir.

Endamê rêveber ê HPC`ê Hêv Hacê daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: "Wekî hêza HPC`ê em komployeke nû li dijî gelê xwe yê Şengalê red dikin. Piştî êrişa DAIŞ`ê ku hikumeta Bexdayê û hêzên pêşmergeyan civaka êzidî neparast, gelê Şengalê hêzên xwe yên parastinê û rêveberiya xwe ya xweser ava kir.

"Ev komplo berdewama komployên berê ye, lê belê civaka êzidî û hemû aliyên ku piştgiriya êzidiyan dikin, dê komployên nû qebûl nekin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

(şx)

ANHA