Partiyên siyasî bang li hikumeta Başûr kir ku guftûgoyê bi Bexdayê re bike

3 partiyên siyasî yên Hewlêrê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku azadiya fikrî asteng neke û girêdayî mijarên diravî û mûçeyên karmendan, bi Bexdayê re guftûgoyê bike.

Partiyên siyasî bang li hikumeta Başûr kir ku guftûgoyê bi Bexdayê re bike
8 kanûn, 2020   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşanê Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixwazin sibe li Hewlêrê xwepêşandanekê li dar bixin, lê îdareya Hewlêrê destûrê nade.

Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşanê Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da. Li ser navê aliyên siyasî sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Me wek Hizba Komunîst a Kurdistanê, Zehmetkêşanê Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, komîteyeke hevbeş pêk aniye. Em dixwazin sibê xwepêşandanekê li dar bixin. Lê mixabin îdareya Hewlêrê rê nade, ev jî dikeve kategoriya binpêkirina mafên mirov û azadiyan.

Heya niha tu hizbeke siyasî daxwaza xwepêşandanan nekiriye, me dixwest di xwepêşandana sibê de daxwaznameyekê radestî hikumeta herêmê bikin. Di daxwaznameyê de jî me behsa qeyran û rewşa welatiyan a di aliyê siyasî û aborî de kiriye. Sedema vê rewşa xirab jî xirabiya îdare, qaçaxçitiya deriyên sînor û du îdareyî ye. Ji nebûna mûçe û rewşa xirab, tenê hikumet û desthilat berpirs in.

Divê bi hev re li gel Bexdayê guftûgoyê bikin, bi taybet jî der barê bûdçe, mûçe û madeya 140 de guftûgo were kirin. Pêwîst e azadiya fikrî û xwepêşandanan ji bo hemû welatiyan hebe, tu welatiyek li ser mafê xwe neyê binçavkirin. Ya ku îro tê kirin, binpêkirina li dijî azadiya fikrî ne."

(cx)