Hêzên dewleta Tirk girê Til Helefê yê dîrokî talan dike

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker girê Til Helefê dikolin û hemû şûnwarên wê didizin.

Hêzên dewleta Tirk girê Til Helefê yê dîrokî talan dike
7 kanûn, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajaroka Til Helefê li 3 km başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî dikeve.

SOHR'ê piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker şûnwarên gir didizin.

Girê Til Helefê cihekî dîrokî ye û dîroka wê vedgerê beriya 6 hezar sal beriya zayînê û gelek şaristanî li ser hatin avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku derbasî Sûriyê bûye û axa Sûriyê dagir kiriye, dest bi guhartina demografiyê kir.

(dm)

ANHA