Şandeya Belçîkî serdana gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeya Belçîkî serdana Saziya Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhiatê Sûriyê kir û soz da ku ew ê alîkarî bidin.

Şandeya Belçîkî serdana gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
7 kanûn, 2020   09:57
NAVENDA NÛҪEYAN

Şandeya Balҫîkî di roja çaremîn a serdana xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, serdana Saziya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji endamên Parlamentoya Belcîkayê George Dalmani û Philip Fanstatekiste, Gerînendeyê Weqfa Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Kuayin Mastu, Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo pêk tê.

Şandeyê di serdana xwe de, serdana Saziya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê kir.

Şande bi Hevserokên Koordînasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhiltê Sûriyê Fatime Umer û Egîd Îbrahîm, gaziyên şer, bijîşkên di nexweşxaneya leşkerî de kar dikin û bi Hevserokê Yekitiya Bijîşkan Ehmed Yûsif re, civiya.

Di civînê de, bijîşkan projeyek ji bo piştgirî Saziya Gaziyên Şer ku tê de gelek dosyayên birîndaran ku pêwîstiya wan bi dermankirinê li derve heye û pêdiviyên  tenduristî, pêşkêşî şandeyê kir. Şandeyê jî soz da ku ew ê destekê bidin Saziya Gaziyên Şer.

)dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zMaf2GFhKaM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>