Piştî 2 salan serokê Misirê li koşka Elysee ye

Piştî 2 salan serokê Misirê Ebulfetah Sîsî îro bi hempîşeyê xwe yê frasnî Emmanuel Macron re dicive.

Piştî 2 salan serokê Misirê li koşka Elysee ye
7 kanûn, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇYEYAN

Li gorî  radyoya "Monte Carlo", dê serdan bi şahiyeke pêşwazî ya fermî dest pê bike, piştre dê her du serok li koşka Elysee bicivin û piştre dê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Her wiha dê Sîsî bi serokê Parlamantoya Fransayê Richard Ferrand û seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re hevdîtinê bike.

Dê her du serok dozên mezin ên girêdayî ewlehiya netewî wekî têkoşîna li dijî terorê, aloziya Lîbyayê û nakokiyên bi dewleta Tirk re li rojhilatê Deryaya Spî, binirxînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî gihaştibû Parîsê û dê serdana wî 3 rojan dewam bike.

(cx)