Di topbarana dewleta Tirk de tankek hêzên hikumeta Şamê hate rûxandin

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li navçeya Zirganê de, tankek hate rûxandin û 2 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Di topbarana dewleta Tirk de tankek hêzên hikumeta Şamê hate rûxandin
7 kanûn, 2020   09:12
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Heremle yê bakur rojavayê navçeya Zirganê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanê me, di topbaranê de tankek hêzên hikumeta Şamê hatiye rûxandin û 2 leşkerên hikumetê birîndar bûne.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku hêzên hikumeta Şamê bersiva topbarana dewleta Tirk nedane. Hikumeta Şamê derbarê êrişê de hîna tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RadRXXhSYeo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>