Kongreya Star banga organîzekirina çalakiyan ji bo piştgiriya kampanya grevên birçîbûnê kir

Kongeraya Star li Helebê bang li gel, jin û ciwanan kir ku çalakiyên piştgiriya kampanya grava birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyayê, organîze bikin.

Kongreya Star banga organîzekirina çalakiyan ji bo piştgiriya kampanya grevên birçîbûnê kir
5 kanûn, 2020   13:48
 HELEB

Greva birçîbûna ya vekirî ku girtiyên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê(PAJK) li girtîgehên Tirkiyayê ji bo ku rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku di 27'ê Cotmehê de dest pê kiriye ket roja xwe ya 9`an.

Di vê çarçoveya de, Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê daxuyaniyek bi amadebûna bi dehan jin û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, da.

Endama rêveberiya Kongreya Star Emîne Xedro daxuyanî li Qada Şehîdan daxuyanî xwend.

"Bi navê Kongeraya Star li Helebê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirk ji mafên mirovan di girtîgehan de, şermezar dikin.

Tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan 22 salan dom kirî veguherî êşkenceyek sîstemetîk ji ber ku azadiya gelan parast û saziyek û neteweyek nû bi bi hişmendiya cîhanî û demokratîk ava kir.

Qanûnên mafên mirovan li Îmraliyê pêk nayên, her wiha ji demek dirêj nahêlin ku parêzer bi rêber re hevdîtin bikin û der heqê tenduristiya wî de agahî nayên. Ji ber vê yekê girtiyên Kurd di zindanên Tirkiyayê de greva birçîbûnê ya vekirî ji bo şermezar kirin tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Hêjayî gotinê ye ku kampanyaya greva birçîbûnê ya vekirî bi pêşengiya girtiya jin Leyla Guven di Cotmeha sala 2018'an de tevî 3 hezar û 60  girtiyên jin û mêr di zindanên Tirkiyayê de dest pê kir. Di encamê de 8 ji girtiyan jiyana xwe ji dest dan û di encamê de, kampanya biserkeftî bidawî bû.

Piştre carek din tecrîd di Tebaxê de hat ferzkirin û ji bo ku tecrîd bi tevahî bidawî bibe girtiyan dîsa biryar dan. Ji ber vê yekê em ê vê êşkence û binpêkirinên li ser rêber hatî ferzkirin tu carî qebûl nakin. Em li ber van siyasetan serî natewînin û em dewleta dagirker a Tirk û rejîma wê ya faşîst li dijî pêkanînên li dijî gelê me û serokê me hişyar dikin û biryara bilindkirina têkoşînê nû dikin.

Em bang li gel, jin û ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku ji bo piştgirî kampanya greva birçîbûnê ya pîroz heya pêkanîna armancên xwe çalakiyan li dar bixin.

Em wekî Kongreya Star ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û tecrîda li ser rêber Ocalan, tecîda li ser azadîxwazan e.

Her wiha divê rêxistina li dijî êşkenceyê helwestek eşkere û biryardar bigire ku hemû kiryarên Tirkiyayê rawestîne û binpêkirinên xwe yên li dijî rêber û gel rabike. Her wiha rola xwe ya mirovahî pêk bînin û pêşî li van binpêkirinên Tirkyayê bigirin ya ku di dîroka mirovahiyê de xalek reş nîşan dide."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LMYnNknEHy8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>