Tundrewên “Gurên Boz” gefên kuştinê li Ermenên li Almanyayê dixwin

Piştî şerê Qerebaxê, hin tundrewên girêdayî Tevgera Gurên Boz a tundrew a Tirkiyê gefên kuştinê li Ermenên li Almanyayê xwarin.

Tundrewên “Gurên Boz” gefên kuştinê li Ermenên li Almanyayê dixwin
4 kanûn, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya “Die Welt” a almanî bi bîr xist ku bi gurbûna şerê li Qerebaxê re, Tevgera Gurên Boz a tundrew a Tirkiyê gefên xwe li dijî Ermenan bi taybetî ermeniyên li Almanyayê dimînin, zêde kirin.

Li ser wê yekê tundrewan beriya niha gelek nameyên gefxwarinê ji Ermenên ku li bajarên Hanau, Osnabruck û Hamburgê dijîn re, şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ku piştî şerê dawîn li herêma Qerebaxê, ev gefxwarin zêde bûn.

Têkildarî mijarê parêzger Ilyas Oyar ji rojnameya Die Welt re diyar kir, ku Tevgera Gurên Boz li ser telefonan gefa qetilkirinê li Ermenên li Koln û Berlîn xwarine.

Piştî zêdebûna gefên li dijî Ermenên li Almanyayê, gefên qetilkirinê zêde xwarin, kêşeyê Dêra Ermenî ya li Almanyayê Serovby Isskhanian nameyek ji wezîrê hundirîn ê li bakurê Westfalenê Herbert Roller re şand û tê de metirsiya Ermenên li welat anî ziman.

Li gorî medyaya Almanyayê, beriya niha Parlamantoya Almanya (Bundestag) daxwazeke hevpar a partiyên opozîsyonê wekî Partiya Kesk û Partiya Demokatîk a Azad a qedexekirina wê rêxistinê, erê kiribû.

Demeke berê, hikumeta Fransayê Tevgera Gurên Boz a tundrew a Tirkiyê piştî ku gelek bûyerên tundiyê li welêt pêk anîn, qedexe kiribû.

(eh)